PWKyê Li Bajarê Uppsala Yê Swêdê Semînerek Li Dar Xist

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 26.10.2025ê, li bajarê Uppsala yê Swêdê semînerek li dar xist.

Semînera li ser mijara ”Rewşa Nû ya Kurdistanê, Rîsk, Firsend û Metirsî”  ji alîyê endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar û endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Selîm Uzun ve hate pêşkêşkirin.

Semîner bi rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê û Sirûda Neteweyî Ey Raqîb dest pêkir. Piştî xêrhatina bi zazakî û kurmancî, semîner di moderatorîya Huseyîn Alpergîn  de hate birêvebirin.  

M. Selîm Ûzûn û Mîrza Akar di derbarê pêvajoya damezrandina PWKyê û xebatên wê yên li Kurdistanê de agahdarî dan. Herweha wan di derbarê ‘’pêvajoya nû’’ ya li Bakurê Kurdistanê, rewşa Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê  û sîyaseta PWKyê ya li dîasporayê de bîr û rayên PWKyê anîn zimên.

Semînervanan, bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ya li Bakurê Kurdistanê; girîngîya tifaqa stratejik ya kurdistanî û hevkarîyeke berfireh ya li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd û herweha pêwîstiya koordinasyona di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de.

Semînervanan bang li hemû kadroyên kurdistanî, azadîxwaz û demokrat kirin ku ji bo avakirina partîyeke xurt li Bakurê Kurdistanê, piştgirîyê bidin siyaset û kultura nû ya PWKyê.

Semînervanan piştgirîya PWKyê  ya ji bo bername û heyeta ku di konferansa bi beşdarîya hemû alîyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku di 26ê Nîsana 2025ê ya li Qamişloyê de hatibû dîyar kirin anîn zimên; gazî hemû kurdên cîhanê kirin ku piştgirîya gele me yê Rojavayê Kurdistanê bikin da ku gelê me bikaribe statuyeke milî, coğrafik, sîyasî bidest bixe.

Semînervanan destkeftina federe ya li Başûrê Kurdistanê weke destkeftina hemû kurdên cîhanê pênase kir û bal kişand ser girîngî û pêwîstîya avakirina hikûmeteke hevbeş ya ku hêza peşmerge, aborî, ewlekarî û dîplomasîya Beşûrê Kurdistanê bike yek.

Di semînerê de hate diyarkirin ku dikare firsendên dîrokî ji bo tevgera neteweyî ya xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê jî derkeve hole û divê gelê me ji bo hevkarî, tifaq û yekrêzîya nav mala kurdî xwe amade bike ku bikaribe ji wan firsendan feydê werbigre.

Di beşa dudan ya semînerê de, beşdaran pirsên xwe kirin, bîr û rayên xwe anîn zîmên û semîner bi bersîva pirsan bi dawî hat.

26.10.2025


Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Pêywendiyên Kurd û Tirk – Dîrok û Rabirdû II
Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê re civiya
Xelkê Dêrsimê nerazîbûn nîşanî danîna stasyona bazê da: ‘Dijminê min e’
Îranê cezayê îdamê yê 5 girtiyên Kurd betal kir
PKK: Em hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin