PWKyê Li Amedê Piştgirîya Çalakîya Zaxosporê Kir

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Amedê beşdarî çalakîya piştgirîya kampanyaya berhevikirina îmzeyan ya Zaxosporê bû.

FIFAyê (Federasyona Navneteweyî ya Fûtbolê) her sal di merasîma xwe ya xelatan a bi navê "The Best FIFA Football Awards" Xelatên Futbolê yên Herî Baş ên FIFA'yê de  xelatek bi navê "Xelata Temaşevan a FIFA'yê" (FIFA Fan Award) dide.

Îsal FIFAyê îsal temaşevanên yaneya/tîma fûtbolê ya Zaxosporê jî ji 3 namzedan  (Arjantîn, Îtalya û Zaxo) yek wek nemzedê temaşevanên herî baş nîşan daye. Ji bo wê jî FIFAyê kampanyaya îmzeyan vekirîye. Di vê kampanyayê de temaşevanên kîjan tîmê zêdetir deng werbigrin, dê ew bibe yekem.

Bi vê minasebetê, roja 21.11.2025ê rêvebirên Zaxosporê, li Amedê, li ber Mizgefta Mezin (Ûlû Camî) civineke çapamenîyê li dar xistin û ji Amedê bangî hemû kurdên cîhan^ekirin ku bi îzeyên xwe piştgirîyê bidin Zaxosporê.

PWKyîyên li Amedê jî beşdarî vê çalakîya piştgirîya îmzeyan ya ji Zaxosporê bûn û bangî hemû li kurd û kurdistanîyên li bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê û hemû cîhanê kirin da ku bi îmzeya xwe piştgirîya Zaxosporê bikin.

Ji bo piştgirîya îmzeyê divê meriv bikeve sîteya FIFAyê  û di vê lînkê de piştgirîya xwe erê bike:

https://www.fifa.com/en/the-best-fifa-football-awards/2025/?shortlink=63cr4ou7&is_retargeting=false&cid=(p_fb)(c_tbffa)(sc_tbffa25-voting)(ssc_tbffa25)&pid=(p_fb)(c_tbffa)(sc_tbffa25-voting)(ssc_tbffa25)&source_caller=api

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: PDK û YNK bi berdewamî dicivin
Arêşeya şêwandina navê Kurdî di kerta niştîmanî û pasportan de tê çareserkirin
Li dijî zextên Talîbanê 44 welat bûn yek: Ji cîhana Îslamî tenê Îmarat heye
Li Efrînê dest bi kampanyaya 'Mala min mafê min e' hat kirin
Rezaî: Divê ewlehiya sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re were parastin