PWKyê li Amedê bi Minasebeta 94 salîya Kovara HAWARê semînerek lidar xist

.

Roja 15.05.2026ê li Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji bo rêzgirtin û xwedîlêderketina Kovara HAWARê, Mîr Celadet Bedirxan û zimanê kurdî semînerek hat li dar xistinê.

Semîner bi moderatorîya endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar birêve çû.Mîrza Akar bixêrhatina beşdaran kir û bi kurtayî behsa armanca semînerê kir.

Di destpêka semînerê de ji bo şehîdên Kurdistanê, deqeyekê rêz hategirtin.
 
Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay dest bi semînera xwe kir.

M. Can Azbay di semînerê de di derbarê  girîngî û  taybetmendiya Kovara HAWARê de agahdarî da û bi gelemperî li ser rewşa zimanê kurdî li Bakûrê Kurdistanê rawestîya.

 Di sermînerê de li gel endamên PWKyê nûnerên PSK û Pêlkurdê û gelek rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û ji sazîyên sivîl DilKurd, Komeleya Şirnexîyan, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û sazîyên çapemenîyê  beşdar bûn.

Piştî axaftina M. Can Azbay, ji beşdaran, Îbrahîm Guçlu, Mahmut Kîper, Ahmet Kan, Saîd Veroj, Ali Oncu, Mumtaz Nîmet Aydin di derbarê mijarê de têbiniyên xwe anîn zimên.

Semîner bi sipasî û temenîya berdewamîya çalakîyên bi vî rengî bi serkeftî qedîya.

15.05.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê  (PWK)

Kurdistan Haberleri

Polîsan li Qoserê êrîşî çalakîya ji bo zimanê kurdî kirin
Zinar Soran: 15 Gulanê, 94 salîya salvegera Kovara Hewarê pîroz be!
Serok Barzanî ji Elî Zeydî re got: Ez serkeftinê ji te re dixwazim
WAN - 45 akademîsyenên ji 6 welatan li ser ‘Melayê Bateyî û Mîrasa Wî’ axivîn
Suphî Ozgen ji ber dersa Kurdî ya vebijêrkî hat darizandin