PWKyê Bi Resepsîyonekê Salvegera 2 Salîya Xwe Pîroz Kir

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), êvara 20.09.2025ê, li hola hoteleke li Amedê bi resepsîyonekê salvegera 2 salîya xwe pîroz kir.

Li gel rêvebir û endamên PWKyê, Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan û heyeteke HAK-PARê, Serokê Giştî yê PDK-KURD Reşît Akici, heyetên PSK, PDK-Bakur, KKP, Pêlkurd, Koma Bangawazîya Milî Demokrat, DDKD, Platforma Ciwanên Serbixwe, Komeleya Şêx Seîd,  Serokê KURT-KAVê Mehmet Celal Baykara, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Serokê GUNSİADê Şahîsmaîl Bedîrhanoglu, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Seroka Meclîsa DTSOyê Nevîn Îl, Serokê DÎTAMê Mesût Azîzoglu, Nûnerê BANê Ahmet Kanî, Nûnerê TİHVê Mûrat Aba û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî resepsîyona salvegera 2 salîya PWKyê bûn.

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PDKTyê Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî bi peyamên xwe 2 salîya PWKyê pîroz kirin.

Di destpêka resesîyonê de, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay bixêrhatina beşdaran kir û ji ber beşdarîya wan a resepsîyan 2 salîya PWKyê spasîya hemû partî û grûbên sîyasî, dezgehên sivîl û hemû beşdaran kir.

 

Paşê bi sirûda neteweyî  Ey Reqîb, ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, 2 salîya PWKyê pîroz kir û di derheqê ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên.

Resepsîyona PWKyê, bi beşdarîya her rengên cıvata kurd û bi sohbetên pêk hatin, gelek dewlemend û hêvîdar bû.

21.09.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da