PWKê li Batmanê di salvegera 88mîn de Seyid Riza bibîranî

“Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ew ji min re bû derd, lê belê min jî li ber we çok neda erdê, bila ew jî ji we ra bibe derd..!" Seyîd Riza

“Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ew ji min re bû derd, lê belê min jî li ber we çok neda erdê, bila ew jî ji we ra bibe derd..!" Seyîd Riza

“Pîrê min ev roj jî li hemberî gele me hîlê, dek û dolab û derewan digerînin. Lê em nevîyên we soz didin ku em ê çok li ber wan nedin erde“.

PWK Şaxê Batmanê di salvegera 88êmin de darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî bibîranî. Bibîranîn bi bêşdarbuna rêvebir, endam, heval û higirên PWKê Şaxa Batmanê û welatparêzên kurd li hola PWKê pêk hat.

Bîranîn bi taybetî birêzgirtina ji bo Şêhîd Seyid Riza û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê rêzgirtin û bi Siruda Neteweyî dest pê kir. Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PWKê ya di vî warî de xwend:

"88 sal berê, di roja 15.11.1937ê de rêvebirê qehreman yê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Eraseya Genim hatin îdamkirin.

Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Kurd yê qedîm ku xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.

Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan û qetil kirin.  Bi gotinên kesên ku beşdarî vê qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me hatin qirkirin.

Lê Dewleta Tirkîyeyê weke yê Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn. Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkîyeyê çiqasî ji rêberên miletê Kurd ditirse."

Helbete, têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye. Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 88emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin."

Piştî daxuyanîya PWK, Aziz Özdemirî bi hurguli behsa Buyera Seyid Rıza kir:

"Amadekarîya qirkirina kurdên Dersîmê bi "Qanuna Tuncelî 25 Kanuna 1935" hate temamkirin.

Di 6ê çileya 1936an de "Walîtîya 4ê min yaa Giştî" ya operasyona komkujîya Dersîmê hat avakirin.

Di 4ê Gulanê 1937an de devleta Tirk dest bi tevgera Komkujîyê (jenosîd) kir.

Di vê komhujî û jenosîdê de 60-70 hezar kurdên Dersîmê zarok, jin pîr û kal hatin qetilkirin.Çemê Munzurê xwîn diherikî. Ên mayîn bi bi deh hezaran ber bi bajarên rojavayê Tirkîyê hatin sirgûn kirin."

Mamoste Sait Aksoy di derheqê pevajoya şehîdkirina Seyîd Riza de bi hurgulî agahdarî da.

Şexmus Hemo helbesta Seydayê Tîrêj ya bi navê "Min Ji Dîrokê Bipirse" xwend.

Piştî axaftina, dokumantek li ser Seyîd Riza hate nîşandan.

Bibîranîn bi pirs, bersiv û gotûbêjek têr û tije bi dawî bu.


15.11.2025
Şaxa Batmanê Yê PWKê

 

Kurdistan Haberleri

ALMANYA - Ferhat Unvar nayê jibîrkirin
Festîvala Siyaçemaneyê hat lidarxistin: ‘Xizmeteke kevnar e’
Ekonomîst: Îsraîl vê carê êrîs bike wê rejîma Îranê biguherîne
Amerîka sîstemeke leşkerî ya bêtêl bi nirxê 100 milyon dolarî difiroşe Iraqê
Hakan Fîdan û Barrack civiyan