PWK û PDKyê Li Swêdê Hevdîtinek Pêk Anîn

.

Roja 26/07-2026an de heyeta PWK-Partîya Welatparêzên Kurdistanê ya Nûnertîya Swêdê pêşewazîya heyeta Partîya Demokrata Kurdistanê Nûnertîya Swêdê kir.

Heyeta PWKyê ji rêvebirên PWKyê Mehmet Selîm Ûzûn, Nîmet Mumtaz Aydin, Nezîr Akat û Nîhat Akar pêk hatibû.

Heyeta PDKyê jî ji Cotyar Sindî, Omer Sindî, Hêdîn Towfîq û Xebat Tariq pêkhatibû.

Di civîna herdû alîyan de rewşa Kurdistanê bi tevayî û nemaze rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê, bûyerên herêmê û bandora şerê Emerikayê û Îranê hate axaftin.

Herdû alîyan yekrêzîya tevgera neteweyî li herçar beşên Kurdistanê wek mijareke bingehîn pênase kirin.

Pêvajoya avakirina Hukûmeta Kurdistanê û pêvajoya yekgirtina pêşmergeyî wek du mijarên sereke şîrove kirin.

Herweha girîngîya hevkarîya hêzên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê jî anîn zimên.

Mizgînîyek ji alîyê PDKê ve hate dayin ku yekgirtina hêzên pêşmergeyî gîhiştîye asta bilind û hêvî kirin ku di demek ne dûr de dê mizgînîyê bidin neteweya Kurd.

PWK- Swêd

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir