Êvara 17.01.2026ê, li Stockholmê PDK-Rojhilat bi munasebeta 80 saliya Mahabadê şeveke bibîranînê amade kir. Şev di demeke ku li Rojhilatê Kurdistanê di nav de, li seranserê Îranê, pêla xwepêşandanan bilind dibe pêk hat.
Di şevê de li gel endam û piştgirên PDK-Î, hejmarek berbiçav kurdên Stockholmê, siyasetmedarên Swêdî, ji her çar perçeyên Kurdistanê siyasetmedar, rewşenbîr jî beşdar bûn.
Di şevê de axaftina sereke Berdevkê Giştî yê PDK-Î Xalid Ezîzî kir. Birêz Xalid Ezîzî di axaftina xwe de bi giranî li ser rûdanên nuh ku bi taybet li Kurdistanê û bi giştî seranserê Îranê rûdane, rawestiya.
Şev bi muzîk, şano û bi axafina nûnerên partiyên Swêdî dom kir.
Di şevê de li ser navê PWKê, seroka PWK-Swêd Seval Mert û endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê N. Mumtaz Aydin beşdar bûn û peyamek radestî amadekarên şeve kirin.
PEYAMA PWK-Swêd
Komara Kurdistanê serbilindîya hemû kurdistanîyên cihanê ye!
Xuşk û birayên hêja û birûmet,
Di vê dema ku em 80 salîya salvegera Komara Kurdistanê pîroz dikin, li Cîhanê, herêma me Rojhila Navîn û her çar perçeyên Kurdistanê gelek bûyer û guherandinên mezin çêdibin. Dinya di nav kirîzek mezin ya aborî, siyasî û dadwerî de ye. Li Cîhanê, nîzam û hiqûqekî navneteweyî nemaye. Dewletên zirhêz û emperyal ji bo dabeşkirin û jinûvehûndina Cîhanê di nav berberî û şerên wesayetî yên piralî û dijwar de ne.
Di vê rewşa heyî de, bi taybetî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bûyer û guherandinên gelek mezin rû didin. Ev rewş dikare ji bo tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, demokratîk û kurdistanî kês û firsendên dîrokî bîne ber derîyê miletê Kurd û Kurdistanê; lê herweha dikare milete mê rûbirûyî metirsî û karesatên mezin jî bimîne.
Çarenivîsa miletê Kurd di tu demê de bi qasî niha bi hevdû ve nehatîye girêdan Loma jî divê tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê bi vê xesaîyet û taybetmendîyê tevbigere û di nav dîyalog, hevkarî û hevrêzîyek neteweyî de bin. Bi taybetî divê em bûyer û rûdanên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji nêzîk ve taqîb bikin û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî yan van herdu beşên Kurdistanê bi tenê nehêlin. Di vî warî de, rolek taybetî dikeve ser kurdên diyaspora û medyaya kurdî.
Komara Kurdistanê bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed 80 sal berê di roja 22.01.1946an de, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê hate îlan kirin.Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn. Lê mixabin ji ber durûtiya siyaseta dewletên zirhêz û emperyal, Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.
Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.
Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind bin.
Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û berevanîya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya niştîmanî, kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.
Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.
Di 80mîn salvegera îlankirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
17.01.2026
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûneratîya Swêdê