Roja 17.10.-2026ê, PWK Nûneratîya Swêdê (PWK-Swêd) civînek bi endamên xwe yên Stockholmê re li dar xist.
Di civînê de aghadarîyên di derheqê xebatên Kurdistanê û Ewropayê yên siyasî û rêxistinî hatin dayin.
Beşdarên civînê li ser wan agahdarî û xebatan nerîn, nirxandin û pêşniyarên xwe bi hev re parve kirin ku ew dê bibin bingehê plansazî û bernameya xebatê ya payizê ya Stockholmê.
PWK-Swêd wê civînên bi vî awayî li herêm û bajarên din yên Swêdê jî bidomîne. Yek ji armancan van civînan jî ew e ku her herêm û bajar, di çarçeweya perspektîf û siyaseta PWKyê li gor şert û mercên bajar û herêma xwe nexşerê û bernameya xebata xwe amade bikin; li gorî wê bernameya xebatê xebatên xwe yên siyasî, rêxistinî û civakî bimeşîne.
Di encamê van civîn û xebatan de, PWK-Swêd wê plansazî û bernameyek xebatê ya giştî ya Swêdê amade bike û li gorî wê bernameyê xebatên xwe yên siyasî, rêxistinî û civakî bidomîne.
CIVÎNA PWK LI BAJARÊ UPPSALAYÊ
Roja 18.10.2026ê, PWK-Swêdê bi beşdarîya rêvebirên PWKyê Seval Mert, Roza Kurdî, M. Selîm Uzun, Mumtaz Nimet Aydin, Zinar Soran û endamên PWKyê yên li bajarê Uppsalayê civînek bi kurdên Uppsalayê re li dar xist.
Rêvebirên PWKyê bi awakî giştî agahdarî di derheqê rewşa siyasî ya herêmê, Kurdistanê û Kongreya duyem ya PWKyê da beşdaran.
Civîn bi pirs, nerîn û bendewarîyên beşdaran, bersîva pirsan û gotûbêjên li ser mijarên pirs û pirsgirêkên tevgera rizgarîxwazîya netweyî berdewam kir.
Civîn bi beşdarîya xwe, bi pirs, nerîn û pêşniyarîyên beşdaran, civînek berhemdar û serketî bû.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)