PWK: Spasî ji bo hemû beşdarên şîna hevalê me Eyup Alacabey

.

Hevalê me, damezranêr û rêvebirê partîya me, kedkar û kadroyekî pêşeng ê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê kek Eyup Alacabey şeva 24.05.2026ê ji ber nexweşîya xwe ya penceşêrê li paytextê Swêdê, Stockholmê koça dawî kir û ji nav me bar kir.

Me roja 28.05.2026ê li Dêrika Çîyayê Mazî, bi beşdarîya girseyeke mezin cenazeyê kek Eyup Alacabey veşart.

Li gel malbata kek Eyup Alacabey, rêvebir û endamên PWKyê, nûnerên gelek partî û grûbên sîyasî, dezgehên sivîl, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, gelê me yê Dêrikê û ji gelek cîhên ji Kurdistanê, Tirkîye û Ewropayê gelek kes beşdarî merasîma xatirxwestinê ya li Stockholmê, merasîma cenazeyî û şîna li Mala Tazîyeyan a Tacaran a li Dêrikê bûn, bi daxuyanî û peyamên xwe yên bi rêya telefon û e-maîlan û li ser platformên sosyal medyayê êşa malbatê, êşa me û êşa heval û hogirên gorbihuşt kekê Eyup par ve kirin.

Em spasîya we hemûyan dikin.

Kek Eyup Alacabey dê di xebat û têkoşîna doza neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de û herweha di dilê de me û kurdistanîyan de bijî.

Ruhê wî şad, mekanê wî rohnî û cîhê wî biheşt be.

Serê malbatê, sere me hemûyan, serê gelê Kurdistanê sax be.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir