Heyetek PWKyê ku ji rêvebir û endamên Şaxa Merdînê pek hatibû, ji bo vexwendina Konferansa Serokê Giştî yê PWKyê rêzdar Mustafa Ozçelîk ya 22.11.2025an ku wê li Qoserê bê lidarxistin, Komeleya Omerîya, Komeleya Eşîra Meşkîna û Komeleya Eşîra Necara zîyaret kirin.
Di hevdîtinên bi serok, rêvebir û rîsipîyên komeleyên Eşîran de, heyeta PWKyê bi awakî giştî di derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de û bi taybetî di derheqê “pêvajoya heyî” de fikir û helwesta PWKê anîn zimên.
Serok û rêvebirên her sê komeleyan bi awakî germ û dilsozî pêşewazîya heyeta PWKyê kirin. Heyeta PWKyê jî ji bo vê pêşevazîya germ spasyîyên xwe pêşkêşî serok, rêvebir û rîsipîyên van eşîran kir û girîngîya van pêwendîyan destnîşan kir.
Serokê Giştî yê PWKyê rêzdar Mustafa Ozçelîk, wê li Qosera Mêrdînê di vê dem, tarîx û navnîşana ku li jêr hatiye nivîsandin de semînerekê li ser mijarên ”Rojeva Heyî”, Hevkarîya Neteweyî û Demokratîk, rewşa Kurdistanê, Tirkîyeyê û Rojhilata Navîn pêşkêş bike.
SEMÎNER
Tarîx: Şemî, 22-11-2025
Seet: 12:30
Cih: Hola Dawetê ya Bûhara, li ser rêya Dirbêsîye, Qoser / Mêrdîn
Hemû kurd û kurdistanî bi xêr werin.
17-11-2025
Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr GELÊRÎ