PWK, Şaxa Merdînê serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî yê Merdînê Xetip Çelîk zîyaret kirin

.

Rêvebir û endamên Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî yê Merdînê (Mardin Ticaret ve Sanayi Odası Başkanı) Xetîp Çelîk zîyaret kirin.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji serokê şaxa Mêrdînê Nezîr GELÊRÎ, endamê KBN (Komîta Birêvebir a Navendî) Bedran ACAR, endamê rêvebirîya Şaxa Merdînê Cemîl AYDEMÎR û endamê partîyê Osman ÇEPER pêk hatibû.

Serokê Şaxa mêrdînê yê PWK ê Nezîr GELÊRÎ xwe û endamê heyetê danasîn. Bi giştî pirsa Kurd û Kurdistanê, mafê miletê Kurd yê rewa kû ji miletbûnên tê, weke hemû miletê Cîhanê xwe bi xwe îdarekirin, bi zimanê xwe mafê perwerdeyê pêk anîn û bi kurtasî serpêhatî û dîroka Kurd û Kurdistanê derbirîn. Pekhateyên Kurdistanê û rengînîyan Kurdistaniyan wek zengînî û qezencê hemû civaka miletê Kurd pênase kir.

Serokê Odeya (Jûra) Pîşesazî û Bazirganî Xetîp ÇELÎK dê di derbarên herêmê de dê di warê aborî û pêvajoya heyî de fikir û ramanên xwe anîn ziman. Ji ne hevkarî û ne yekîtîya miletê Kurd re gazinên xe pênase kir. Zîyaret bi awakî germ û bi danû stendinên dostane pêk hat.

Em weke PWK, ji pêşwazî û germahîya birêz Xetîp Çelîk re spasîyê xwe pêşkêş dikin.

Partîya Welatparêzên Kurdistsnê (PWK) Şaxa Mêrdînê

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da