PWK: Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan

.

(PWK): Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê

"Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan

Li gorî agahdarîyên ku gihîştine ber destên me,  îro (09.07.2024) serê sibê, di  saet 05:00an de,  polîsên  Emnîyeta Dîyarbekirê avêtine  ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamên platformê û Ferîd Azad hatîye desteserkirin. Herweha, Platform nagihêje çend hevalên xwe.

Em vê êrîşê û desteserkirinan şermezar dikin.

Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan"

09.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e