PWK: Rêberê me yê neteweyî Pêşewa Qazî Mihemed îro jî di têkoşîna me de rêya me rohnî dike

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Rêberê me yê neteweyî Pêşewa Qazî Mihemed îro jî di têkoşîna me de rêya me rohnî dike

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, berî 79 salan, di roja 31.03.1947an de ji alîyê Dewleta Îranê ve li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê hatin îdamkirin.

Komara Kurdistanê, di roja 22.01.1946an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê ji aliyê Serokkomar Qazî Mihemed ve hatibû ragihandin.

Lê mixabin, Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de, ji aliyê Dewleta Îranê ve hat rûxandin.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê, Serokkomar Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin girtin û darizandin.

Pêşewa Qazî Mihemed di Dadgeha Dewleta Îranê ya dagirker de doza Kurdistanê bi rûmetî parast.

Dadgeha  Dewleta Îranê ya ku ji pîvanên hiqûqê dûr, biryara îdamê da Qazî Mihemed û hevalên wî; ev biryar di roja 31.03.1947an de hat bicihanîn.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Komara Kurdistanê, di dîroka Kurdistanê de ezmûneke mezin e ku hemû kurdistanî pê şanaz bin.

Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Alaya Kurdistanê teslîmî rêberê neteweyî yê Kurd û yek ji fermandarên leşkerî yên Komara Kurdistanê, General Mele Mistefa Barzanî kiribû.

Ji roja ku Alaya Kurdistanê radestî Mele Mistefa Barzanî hat kirin û vir ve ev alaya her bi desten kedkar û têkoşerên têkoşîna azadîya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê jî li ba ketîye. Nuha ew ala li ser Parlamena Herêma Federe ya Kurdistana Başûr li ba dibe.

Îro nevîyên Qazî Mihemed û mîratgirên têkoşîna wî, li Rojhilatê Kurdistanê wek 6 partî, bi "Hevpeymanîya Partîyên Siyasî yên Kurdistana Îranê" ku ava kirine. Em piştgirîya vê tifaqê dikin û hêvî dikin ku ev tifaq hîn berfirehtir bibe û veguhere destkeftiyekê ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê mafê çarenûsîya xwe û mafê bidestxistina statuyeke siyasî li welatê xwe bi dest bixe. Em bi hemû hebûn û hêza xwe radigihînin ku em li cem xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Bi têkoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dê rojekê dîsa li Mehabadê, li Meydana Çarçirayê, têkoşerên azadîyê dê mizgîniya ragihandina Komara Kurdistanê bidin Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê.

Di 79emîn salvegera îdamkirina wan de, em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 79emîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

31.03.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
 

Kurdistan Haberleri

WASÎYETA SEROKKOMARÊ DEWLETA KOMARA KURDISTANÊ PÊŞEWA QAZÎ MIHEMED
Serokwezîr û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê rewşa enerjiyê ya li Kurdistan, Iraq û navçeyê gotûbêj dikin
ENKS daxwaza misogeriya destûrî ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dike
Reuters: Bi hezaran leşkerên bijare yên Amerîkayê gihîştin Rojhilata Navîn
Rojavayê Kurdistanê: Di êrişa bi dronan de 12 hezar kîs genim şewitîn