PWK, PSK û HAK-PARê Li Stenbolê Bi Hev Re Cejna Ramazanê û Newroz Pîroz Kirin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK), Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK) û Partîya Mafe û Azadîyan (HAK-PAR),  roja 21.03.2026ê li Teşkîlata Stenbolê ya  HAK-PARê, bi hev re  Cejna Ramazanê û Newrozê pîroz kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan, Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor, Serokê Teşkîlata Stenbolê  ya PSKyê Mansûr Kara û rêvebir û endamên her sê partîyan û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî vê pîrozbahîyê bûn.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, peyama pîrozbahiyê ya Serokê Giştî yê PWKyê  Mustafa Ozçelîk hate xwendin. Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de, Cejna Ramazanê û Newroz a beşdaran û ya gelê me pîroz kir û hêvîya xwe ya ku ev newroz bibe destpêka yêkrêzî, yekitî, tifaq a nav mala kurd û bibe destpêka azadîya Kurdistanê anî zimên.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan û  Endamê Rêveberiya PSKyê Bahattîn Turan jî Cejna Ramazanê û Newroz a beşdaran pîroz kirin û li ser girîngîya yekrêzîya nav mal kurd de axivîn.

Endamên hersê partîyan û mêvanên ku beşdarî vê pîrozbahîYê bibûn jî  daxwaza yekitî, tifaq û yekrêzîya nav mala kurd anîn zimên.

Pîrozbahî bi hêvî û daxwazên baş bi dawî bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin
Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket