PWK (Partîya Welatparêzên Kurdistanê) Hesabekî Nû Di X ê (Twîtter) De Vekir

.

Ji ber ku li ser daxwaza Sazîya Teknolojîyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) ya Dewleta Tirkîyeyê, hesabê X (Twîtter) yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yê bi navê @PWK_Navend li Tirkîyeyê hate sînordarkirin, qedexekirin, me wek PWK di X ê (Twîtter) de hesabekî nû vekir.

Daxwaza me ji hemû şopînerên @PWK_Navend ê û ji gelê me  ew eku vî hesabê me yê nû bişopînin: PWK Navend (@PWK_News)

Hiqûqnasên PWK yê, ji bo ku hesabê PWKyê yê hatîye qedexe kirin, dest bi prosedura yasayî kirine.Lê heta ku em bikaribin qedeeya li ser hesabê xwe yê berê rakin, emê vî hesabê nû bikar bînin.

27.02.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan