PWK: Meha Remazanê li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz be

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta Meha Remazanê daxuyaniyeke pîrozkirinê da.

Di daxuyaniyê de PWK got: "Bi hêvîya ku Meha Remazanê ji hemû mirovahîyê re li hemû cîhanê bibe wesîleya aşitî, aramî, edalet û jiyaneke mirovane û li her çar perçeyên Kurdistanê bibe destpêka hevkarî û tifaqên neteweyî, bibe destpêka bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û gelê me li ser axa Kurdistanê bikaribe mafê xwe îdare kirinê bidest bixe; em Meha Remazanê ya hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin."

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

01.03.2025

Kurdistan Haberleri

PDK-Î: Bi dronan êrişî baregehên me hat kirin
Rêjîma Îranê girûpên milîs ji Îraqêv e, birine nava Îranê
Parlamentoya Sûriyeyê bêyî nûnerên Kurd civiya
Asayîş: Bi 6 dronan êrişî Koye û Şarbajêrê kirin
Li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê dest danîn ser gelek çekan