PWK li Swêdê beşdarî behî û merasima pakrewanên pêşmergeyên Komeleya Şoreşger ya Zahmetkêşên Kurdistanê bû

.

Roja 26/07-2026an de heyeta PWK- Partîya Welatparêzên Kurdistanê- Swêd, beşdarîya behî û merasima Pêşmergeyên pakrewan yên Komeleya Şoreşger ya Zahmetkêşên Kurdistanê kir.

Merasima pakrewanan li Stockholma paytexta Swêdê hatibû amadekirin.

Ji herçar beşên Kurdistanê kesayet û nunerên partîyên kurdistanî beşdar bûn.

Di beşa mesaj û axaftênên nunerên Partîyên Kurdistanî de, li ser navê nunertîya PWK- Swêdê jî Nezîr Akat axaftinek kir û mesaja partîyê gîhand rêvebirîya merasimê.

Heyeta PWK Swêdê ji M. Selîm Ûzûn, Nîmet Mumtaz Aydin û Nezir Akat ve pêk dihat.

Tekst axaftina endamê Meclîsa Partîya ya PWKyê Nezîr Akar a di merasîma li xwarê ye.

………………………………..

Bo Komeleya Şoreşger ya Zahmetkêşên Kurdistanê

Hevrêyên Hêja!

Em wek PWK- Partîya Welatparêzên Kurdistanê bo pakrewanên pêşmergeyên qehreman, serxweşîyê li serkirde û endamên Komeleya Şoreşgerên Zahmetkêşên Kurdistanê dikin.

Ew ne tenê pakrewanên Komeleya Şoreşgerin, ew her weha pakrewanên neteweya Kurd in.

PWK- Partîya Welatparêzên Kurdistanê pakrewanên Komeleya Şoreşger, wek pakrewanên xwe pênase dike. Lewra em bawer dikin ku Kurd yek neteweye û Kurdistan jî yek welat e.

PWK êrîşên hovane yên Dewleta Îslamî ya dagîrker ya Îranê, li ser neteweya Kurd şermezar dike. Dewleta Îslamî ya dagîrker ya Îranê ji alîyekî êrîşî li ser Başûrê Kurdistanê û ji alîyê din jî êrîşî beregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê dike.

Ev çavsorîyên dewleta hovane û dagîrker, ne tenê bi dron û bombeyan êrîşî ser tevgerên Kurdistanê dike, lê herweha êrîşî îradeya Kurdistanî dike.

Ruhê pakrewanan şad û serê malbat û neteweya Kurd saxbin.

Bijî Kurd û Kurdistan

26/07-2026 - Stockholm

Li ser navê PWK- Swêdê

Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Nezîr Akat

Kurdistan Haberleri

PWK û PDKyê Li Swêdê Hevdîtinek Pêk Anîn
YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê
Fly Erbil: Rojane geştên me yên Tirkiye û Ewropayê hene