Şeva 21.03.2026ê li paytextê Swêdê, li Stockholmê şeva pîrozkirina Newrozê ji alîyê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK Nûnertîya Swêdê) ve hate li darxistin.
Di destpêka pîrozbahîyê de endama Meclîsa Partîyê ya PWKyê û Seroka PWK Swêdê Seval Mert bi zaravayê kurmancî yê kurdî bixêrhatina beşdaran kir, kurte axafitnek kir; endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Selîm Ûzûn jî bi zaravayê kirmanckî/zazakî yê kurdî bixêrhatina beşdaran kir û kurte axaftinek kir.
Mesaja Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ji alîyê endama Meclîsa Partîyê ya PWKyê Roza Kurdî ve hate xwendin.
Şev û aheng bi beşdarîyek girseyî û coşeke mezin hate pîroz kirin.
Mesaja ku Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk şandibû şeva pîrozbahîyê weha bû:
JI BO YEKÎTÎ, HEVKARÎ Û HÊVRÊZÎYA NETEWEYÎ, EM AGIRÊ NEWROZÊ GÛR BIKIN!
Rêzdaran,
Cejna Newrozê ku ji bo miletê Kurd û kurdistanîyan, sembola yekîtî, yekrêzî û azadîyê ye, îsal di rewşek gelek taybetî, hestîyar û dijwar de tê pîroz kirin.
Herêma me ku Kurdistan tê de xwedîyê cîhekî gelekî stratejîk û girîng e, di nav şer û pevçûnek gelek dijwar de ye. Şerê di navbêna Îsraîl, Emerîka û Îranê de, roj bi roj dijwartir û berfirehtir dibe û ber bi şerekî herêmî û navdewletî ve dihere. Herêma Rojhilata Navîn bûye weke keleka ser avê û gogek êgir.
Ev şer, di serî de di warê petrol û enerjîyê de, di warê siyasî û aborî de tevayê dinyê xistîye bin bandora xwe û kesek nikare bi awakî misoger pêşbinî bike ku wê ev şer li kîjan peravê raweste.
Di vê rewşa teybetî, xeter û metirsîdar de, tevgera neteweyî ya miletê Kurd jî beşekî girîng ya vê krîza herêmî û navdewletî ye. Bêgûman ev rewşa heyî ji bo miletê Kurd hem xeter û metirsîyek mezin e; lê di heman demê de dikare kês û firsendên dîrokî jî bîne ber derîyê me.
Ji bo vê yekê jî divê tevgera neteweyî ya miletê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û herweha kurdên diyasporayê bê ku wext wenda bikin, dest bi xebat û têkoşînên cîhêreng yên hevbeş bikin. Di serî de divê tevgera siyasî ya neteweyî û kurdistanî bi awakî lezgînî dest bi dîalogek berfireh bikin ku bikaribin bingehê hevkarî, yekitî û yekrêzîya nava mala kurdî ava bikin. Ev pêwîstî û wezîfeyek acîl û dîrokî ye.
Weke tê zanîn; di 14ê adara 2026an de, bi beşdarîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Pêlkurd, Platforma Ciwanên Serbixwe (VEJÎN-Tevgera Vejînê ya Kurdistanê) û Kesayetên serbixwe yên kurdistanî, Konferansa ”Hewildana Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê” hate li dar xistin. Em hêvîdarin ku ev konferans di vî warî de bibe destpêkek û bi beşdarîya alîyên din ên sîyasî û sivîl yên kurdistanî û kesayetên kurdistanî berfireh bibe.
Di êvara 20ê adarê de jî HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN û kesayetên kurdistanî yên serbixwe li Amedê, li Qada Şêx Seîd bi hev re, bi awayekî girseyî Newroz bi meşalayan pîroz kirin.
Em weke PWK rewşa Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve taqîb dikin; bi partî û tevgeren neteweyî û kurdistanî yên wan beşên Kurdistanê re di nav pêwendîyan de ne. Divê partî û rêxistinên siyasî, dezgehên sivîl, demokratîk û civakî yên hemû beşên Kurdistanê û diyasporayê li hemberî vê rewşa taybetî, hestîyar û metirsîdar; herweha li hemberî bûyerên ji niha de nayên pêşbinîkîrin, bi awakî giştî û hevbeş di nav tevger û amadebaşîyê de bin.
Roj roja dîyalog, hevkarî, yekîtî û hevrêzîya neteweyî û kurdistanî ye!
Bi van bîrûbawerî, hest û hêvîyan, Ez li ser navê hemû endam û rêvebirên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Newroza we û ya hemû kurdistanîyan bi dilgermîya agirê Newozê pîroz dikim.
Bijî sembola yekîtî, yekrêzî û azadîyê Newroz!
Bijî Kurd û Kurdistan!
Bi rêz û silavên min
21.03.2026
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)