PWK, li Stenbolê beşdarî çalakîya HEZKURD û KURD-KAVê ya ji bo zimanê kurdî bû

.

HEZKURD û KURD-KAVê roja 25.10.2025ê li Stenbolê, li avahîya KURD-KAVê civînek ji bo zimanê kurdî li dar xistin. Li gel rêvebir û endamên HEZKURD û KURD-KAVê, PWK, PDK-BAKUR, HUDAPAR, Komeleya Şopa Kurd û gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî vê civînê bûn.

Serokê HEZKURDê Suphî Ozgen, nivîskar û lêkolînerê kurd Zeynel Abîdîn Zinar, Cîhgirê Serokê Giştî yê HUDAPARê Abdurrahman Aslan, endamê Meclîsa Partîyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Dortyama di derbarê girîngîya lêxwedîderketina zimanê kurdî axivîn.

Dengbêjê kurd Mihemedê Beyro jî bi stranên xwe yên kurdî beşdarî çalakîyê bû.

Endamê Meclîsa Partîyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Dortyama, sîyaseta PWKyê ya di derbarê zimanê kurdî de anî zimên; Mehmet Dortyama got ‘’Zimanê navxweyî û yê sîyasete yê PWKyê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî/zazakî, kurdî ye. Em dibêjin îro wazîfeyeke me ya neteweyî, edasî ewe ku, em li nav mala xwe, li her beşên jîyanê zimanê kurdî bikin zimanê esasî. Ji bo zimanê kurdî li himberî xeterîya asîmîlasyonê bikaribe liberxwe bide, bijî û pêşkeve divê nasnameya kurdî bê qebûl kirin, zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê kurdî bê qebûl kirin. Em wek PWK dibêjin îro divê li ser esasê daxwazên acîl ên milet3 ekurd, em bikaribin hevkarîyeke berfireh ava bikin’’.

Civîn di atmosfereke berhemdar de derbas bû.

26.10.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da