PWK li Parîs beşdarî seremoniya Rêya Pêşmerge bû

.

5ê Îlonê 2025 li Parîsê bi beṣdarbûna Serok Mesûd BARZANÎ, serokê şaredarîya Parîs û gelek berpirs û nûnerên Kurd û Fransî rêûresmek li darket.

Şaredariya Parîsê biryar da ku navê rêyek ku di nava parka (baxçeyê) André Ciroën re derbas dibe, bi seremoniyekê bike Rêya PÊṢMERGE.

Ji bo vê seremonîyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)  jî hat vexwendin. Heyetek PWK ji 5 kesan pêkhatibû beşdarî seremonîya Rêya Pêşmerge bû. (Faysal Taṣkiran, Fesih Dogan, Diyar Çeçan, Omer Xelikan, Îhsan Aydin).

Ṣaredara Parîsê Anne Hidalgo, Bernard Kouchner, Bernard Henry Levi, Kendal NEZAN û naskiriyên Fransî li seremonîyê amade bûn.
Bi Serok Mesûd Barzanî re hin nûnerên pêşmerge û pêṣmergeyên Xazî ji Kurdistanê beşdarî vê seremonîyê bûn.

Serok Barzanî û serokê Şaredarîya Parîsê ji bo girînya seramonîyê û Pêşmergeyê Kurdistan axaftinên girîn pêşkêş kirin.

Serok BARZANÎ balkişand ku “Herçend hukûmet û serok li Fransa bên guhertin, dostaniya Fransa û piṣtgirîya gelê Fransa bo Kurdistanê nayê guhertin.”

Merasim bi awayakê rêkûpêk bi dawî bû.

    

 

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da