PWK li Hollanda bajarê Arnhem bi komeleyên Kurd re, roja referandûma serxwebûna Kurdistanê pîroz kir

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi hevkariya Komeleyên Kurdistanî li Hollanda bajarê Arnhem, Roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku di 25 Îlon 2017an de pêkhat û bi erêkirina rêjeya ji sedî nod û sisê (%93) ya Kurdistanîyan tevlî bajarê Kerkûk hat pejirandin pîroz kir!

Pîrozkirina vê roja pîroz, bi sirûda miletê Kurd EyReqîp û rêzgirtina şehîdên rizgariya Kurd Kurdistanê destpêkir.

Piştî rêzgirtinê, serokê Komela Çanda Karkirê Kurdistanê (KOÇ-KAK) û rêvebirê PWK yê Komîta Hollanda rêzdar Qedrî Cemîl axaftinek watedar pêşkêş kir. Serokê PWK yê Ewropa rêzdar Baran Boskan û rêvebirên Komel û rêxistinên Kurdistanî jî di derbarê girîngî û wateya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de axaftinên watedar pêşkêş kirin.

Pêşandana pîrozkirina Referanduma Serxwebûnê, bi muzîk, stran û dîlan bidawîhat!

Kurdistan Haberleri

Kosret Resûl di salvegera Referandûmê de: Îro rojekê dîrokî ye
Li Pasûrê nobeda gundiyan a li dijî destdanîna ser mêrga wan didome
Ji statûyê ber bi mafên siyasî ve: Entegresyona Kurdên Rojavayê Kurdistanê
PWK: Encamên referandûma serxwebûnê nîşaneya îradeya meşrû û demokratîk ya gelê Başûrê Kurdistanê ye
Sêmalka dê 24 demjimêran vekirî be û deriyê Qamişlo-Nisêbînê jî tê avakirin