PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû

.

Li Danîmarka li bajarê Albertslunê rêveberîya PDK ya Danîmarkayê bi minasebeta 79emîn salvegera damezirandina PDKyê şahîyeke girseyî û bi muzîk lidar xist.

Heyeteke PWKyê ku ji endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar û rêvebirên PWKyê Ednan Axacan û Yaşar Olgun pêk hatî, beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê ya li Danîmarkayê bûn.

Di destpêkê de axaftina bixêrhatinê hate kirin, paşê ji bo şehîdan deqeyekê rêz hate girtin û sirûda neteweyî Ey Reqîb hate xwendin.

Piştî rêzgirtinê, mesaja rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya ji bo şevê hate xwendin.

Paşê berpirsê PDK yê Danîmarkayê Alaxaftina rêxistina PDKyê ya Danîmarkayê pêşkêş kir.

Di şahiyê de navê partî û rêxistinên ku beşdarî şahîyê bûne hate xwendinê.

Şahî bi mûzîkê domand.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê