80 saliya damezrandina PDKê li bajarê Bremenê yêAlmanyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Ji her çar perçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, dezgehên sivîl û komelên kurd û alman beşdarî vê ahengê bûn.
Pîrozbahî bi sirûda neteweyî dest pê kir. Piştî wê, Serokê Liqa6ê, birêz Serhat Gafurî li ser girîngiya 16ê Tebaxê axivî. Hunermend Canê û hunermendên din bi stranên folklorî coş û şahiyê dan alîgirên PDKê û mêvanên beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Nûnerê PWKyê, Sîraç Kiricî, beşdarî vê şahiyê bû û peyamaPWK-Almanyayê pêşkêşî komîteya amadekar a pîrozbahîyêkir.
Ev jî peyama PWK-Almanya ye:
Ji Komîteya Amadekar re
Dostên hêja,
Spas ji bo vexwendina we ya 80 saliya damezrandina PDKê.
Bi beşdariya vê ahengê û vê roja girîng, em gelek kêfxweş in.
PDK di tekoşîna azadiya netewa Kurd de xwedî roleke girîngû dîrokî ye. Ji avabûna Komara Mehabadê heta niha, tovên kuMele Mistefa Barzanî û hevalên wî çandine, bandora xwe liher çar perçeyên Kurdistanê daniye.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî di rêya rizgariya netewaKurd de bedelên mezin dane. Îro, heger li ser Parlamentoya Kurdistanê ala Kurdistanê tê bilindkirin, ev bi saya kar û xebatên Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ye.
Dost û neyarên Kurdan pir vekirî dibînin ku statu û hebûnaHikûmeta Başûrê Kurdistanê, dengê Kurdan li seranserêcîhanê belav kiriye. Ev mîrasa ku wan li dû xwe hiştiye, birûdanên vê dawiyê yên li derdora me diqewimin, hêzaniştimanperweriyê xurtir dike.
Em 80 saliya PDKê bi hestên neteweyî û ji dil pîroz dikin.
Azadiya Başûrê Kurdistanê serbilindiya her çar perçeyênKurdistanê ye. Di vê serbilindiyê de rola PDKê hêjayî taqdirêye. PDK stûnek girîng a destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye.
Li ser navê PWK – Partiya Welatparêzên Kurdistanê, didestpêkê de birêz Serok Mesûd Barzanî û paşê hemû rêvebir û endamên PDKê û Liqa 6ê pîroz dikin.
Bi hêvî û daxwaza berdewamîya serkeftinên nû, 80 saliyaPDKê û rojbûyîna birêz Serok Mesûd Barzanî pîroz be.
Silav û rêz.
16.08.2028
PWK (Partîya Welatparêzên Kurdistanê) – Almanya