PWK: Ji ber hesabên bi navê ‘’Amedspor Kurdî’’, em Amedsporê pîroz dikin

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Ji ber hesabên bi navê ‘’Amedspor Kurdî’’, em Amedsporê pîroz dikin

Amedsporê ji bilî hesabên xwe yên tirkî, êdî dê bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî yên Kurdî bi alîgiran re têkilî dayne.

Bi navê “Amedspor Kurdî” hesabên fermî yên Instagram û Twitter (X) yên Amedsporê hatine vekirin.

Amedspor di daxuyanîya xwe de weha dibêje:

’’Klûba me, ji bo ku aligirên me bi zimanê xwe yê dayîkê bikaribin tîma me ji nêzîktir bişopînin, bi navê “Amedspor Kurdî” hesabên xwe yên fermî yên Instagram û Twitter (X) vekirin. Amedspor, tenê tîmeke futbolê nîne; ew dengê gelê me ye, temsîlkirina nasnameya me ye û nirxa hevpar a mîlyonan e. Bi vê hişyariyê, em di vê rengê de zimanekî ragihandinê ava dikin ku ji her kesî re têgihiştî, fireh û hêsantir be. Em banga hemû aligirên xwe dikin ku hesabên me yên nû yên fermî bişopînin û beşdarî vê kelecanê bibin’’.

Ji ber vê helwest û gava wan ya biqîmet û pîroz, em hemû rêvebirên Amedsporê pîroz dikin.

Hêvî dikin ku, ev helwesta Amedsporê ji bo gelek partî, dezgehên sivîl, demokratik û meslekî ji beşên cuda cuda yên civatê re jî bibe mînakek.

Zimanê me hebûna me ye û berîya her tiştî wekî kurd divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.

28.08.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Li Rojavayê Kurdistanê 3 dekan mirin
Silêman Oso: Serok Barzanî got, Sûriyeya paşerojê bêyî Kurdan nabe
Nêçîrvan Barzanî: Zimanê Kurdî dê bibe cîhanî
Kaja Kallas: Planên leşkerî yên ji bo 'dîwarê dronan' ê YE ji NATOyê tên
6 zîndaniyên 30 sale di zîndanê de bûn, serbest hatin berdan