PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû

.


DÜSSELDORF – Di 27ê Hezîrana 2026an de, li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê, Yekemîn Kongreya Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî (I.K.L.F) bi awayekî serkeftî hate lidarxistin. Ev kongre bi alîkariya Konfederasyona Diyaspora Rawend û Serokê Giştî yê Rawendê birêz Şîfa Barzanî hat organîzekirin.


Kongre, saet di 10:00an de, piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan û xwendina sirûda neteweyî "Ey Reqîb" dest pê kir. 
Di beşa yekem a kongreyê de ku saet ji 10:00 heta 12:30an dewam kir, bernameyeke dewlemend hat pêşkêşkirin. 


Di destpêka bernameyê de peyamên bixêrhatinê, gotarên berpirsên Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokê Enstîtuya Kurdî ya Berlînê û nûnerê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, pêşandana vîdyografîk a li ser dîroka zimanê Kurdî û dabeşkirina bawernameyên hevbeş hebûn.
Wek Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) a Ewropayê, em jî wek mêvan beşdarî beşa yekem a vê kongreya dîrokî û giring bûn û me piştgiriya xwe ji bo xebatên parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî nîşan da.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir