PWK: Encamên referandûma serxwebûnê nîşaneya îradeya meşrû û demokratîk ya gelê Başûrê Kurdistanê ye

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 9emîn salvegera referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ew encamên referandûmê bi rêzdarî silav dikin û piştgiriyê didin vê îradeya rewa û dîrokî.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniya xwe de wiha got:

Encamên referandûma serxwebûnê nîşaneya îradeya meşrû û demokratîk ya gelê Başûrê Kurdistanê ye

Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê bi awayekî meşrû û demokratîk hate lidarxistin.

Gelê Başûrê Kurdistanê, teva hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derve û navxweyî jî bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet bi rêjeya ji %72yê çûn ser sindoqan û ji %92.73ê yên ku çûn ser sindoqan ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me, bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya neteweyî bû.

Di nehemîn salvegera referandûma serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeya gelê xwe ya rewa û dîrokî dikin.

Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê, berhema ked, xebat û têkoşîna hemû şehîd û xebatkarên her çar perçeyên Kurdistanê ye; nimûne û nîşana îradeya xweîdarekirina gelê Kurdistanê ye. Em dibêjin lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ye.

Di nehemîn salvegera referandûma serxwebûnê de em bangî hemû hêzên çekdarî û sîyasî; hemû dewletên cîhanê û yên herêmî dikin ku rêzê li desthilatdarî û selahîyeta meşrû ya Serokatî, Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê û li biryarên wan bigrin.

Di nehemîn salvegera referandûma serxwebûnê de hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ew e ku zûtirîn wext hikûmeta xwe ya hevbeş ava bikin û bi tifaq û yekgirtineke neteweyî, niştimanî li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin; hemû dezgehên heyî yên herêma federe ya Başûrê Kurdistanê  bikin yek, pêşde bibin û dezgehên nû yên pêwîst ava bikin.

25.09.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Sêmalka dê 24 demjimêran vekirî be û deriyê Qamişlo-Nisêbînê jî tê avakirin
Li Viyanayê Dibistana Kurdî: Deriyê xwe ji 800 xwendekaran re vedike
Li Rihayê erdhejek bi hêza 5.4 pileyî rû da
Zeydî û Erdogan li ser radestkirina Baregeha Zêlkanê li hev kir
Scott Bessent: Em ne bawer in şandeya Îranê ya li New Yorkê karibe vegere welatê xwe