PWK: Em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê jibîr nakin

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê jibîr nakin

 

Di roja 13.11.1960an de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rejîma Beasê li gor biryara Dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlmê ”Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin. Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bi cih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hundurê sînemayê, eskerên Sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve. Dema ku zarok şewateyê dibînin yekser berê xwe didin derîyê derketinê. Lê mixabin derî ji derve de hatine girtin û dengê zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan berbi asîmanê ve dihere.

Di vê karesatê de ku bi navê ”Agirê Sînema Amûdê” tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin. Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine.

Em di 65emîn salvegera vê bûyera ku li Amûdê di dilê her kurdekî de birîneke kûr hêlaye, van şehîdên temenbiçûk bi bîr tînin.

13.11.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên