PWK: Em piştgirîyê didin danîna çekan, muxatab gelê Kurdistanê û nûnerên wê yên siyasî ne

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li ser çekdanîna hin gerîlayên PKK’ê û li ser daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, daxuyaniyeke berfireh belav kir. PWK diyar kir ku ew piştgiriyê didin danîna çekan, lê tekez kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, gelê Kurdistanê û nûnerên wê yên siyasî ne.

Di daxuyaniya PWKê de wiha hat gotin: 

Em piştgirîyê didin danîna çekan, muxatabê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, gelê Kurdistanê û nûnerên wê yên siyasî ne

Di 11ê Tîrmeha 2025an de, komeke gerîlayên PKKyê li nêzîkî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, ragihandin ku ew li ser bangewazîya Abdullah Ocalan, çekên xwe dişewetînin û dawî li têkoşîna çekdarîyê tînin. Em careke din dixwazin ji gelê xwe re ragihînin ku em piştgirîyê didin çekdanîna  PKKyê, bidawîanîna şer û pevçûnan, operasyonên leşkerî yên Dewleta Tirkiyeyê û mirinan.

Lê belê, bêguman, danîna çekan ya PKKyê nayê wateya çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê.

Di çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de, nêzîkahîya Ocalan, PKK û DEM Partiyê ya ku ‘‘dewleta serbixwe, federalî, otonomî û daxwazên kulturalîst’’ red dike û çareserîya pirsgirêkê bi nêrîna ‘‘netewa demokratîk, cimhûrîyeta demokratîk, welatê hevpar’’ û li ser bingeha ‘‘hemwelatîya wekhev’’ pêşniyar dikin, di eslê xwe de, bi şêweyek nû ya dubarekirina  siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya ‘‘yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al, yek ziman’’ e.

Pirsgirêka Kurdistanê, pirsgirêka mafê çarenûsîya miletê Kurd e, pirsgirêka bi statuyeke siyasî, erdnîgarî û netewî, xwebirêvebirina gelê Kurdistanê ya li ser axa xwe ye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka pêkanîna mafên ziman, çandî û maf û azadîyên demokratîk yên kurdên ku li metropolên Tirkiyeyê dijîn; herweha pirsgirêka kurdên li metropolê Tirkiyeyê cîhên wek nifûs lê zêde ne, xwebirêvebirina herêmî ya kurdan e.

Divê bi zimanekî vekirî bê diyarkirin ku di pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de, di şert û mercên îro de, weke muxatab qebûlkirina tenê rêxistinek û şexsekî, di aliyê dîrokî, siyasî û hiqûqî de şaş e û wê rêya çareserîya pirsgirêkê zehmetir bike. Muxatabê pirsgirêkê miletê Kurd, gelê Kurdistanê û tevahîya nûnerên wê yên siyasî ne.

Îro pêwîstîya miletê Kurd, li ser bernameyek ku daxwazên lezgîn û daxwazên statuya milî, cografî, siyasî û  armancên demkurt, demnavîn û demdirêj di nav xwe de bipêçe, bi îtîfaqek neteweyî û demokratîk ya mayînde heye.

Li gel tifaqeke weha mayînde, ji bo zemîna çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi rêya diyalogê; bi rê û rêbazên siyasî, demokratîk, sivîl û amûrên aştîyane bê amade kirin, li ser esasê daxwazên lezgîn ên kurdan, divê ALÎYÊ KURDÎ bê avakirin û ev ALÎYÊ KURDÎ muxatabê Dewleta Tirkiyeyê be.

Ji bo avakirina ALÎYÊ KURDÎ, divê partîyên siyasî yên kurdan, sazîyên civaka sivîl û kesayetîyên kurd ên qebûlbar ku di nav civakê de xwedî bandor in, bêyî ku wextê wenda bikin werin cem hev û di vî warî de gavan bavêjin. Di vê pêvajoya hesas û girîng ya ku em tê de derbas dibin de, avakirina nûnertiyeke weha netewî û demokratîk wazîfe û berpirsyarîyeke neteweyî û dîrokî ye û ev wezîfe li ser milê me hemûyan e.

Divê ALÎYÊ KURDÎ ku îradeya miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê temsîl dike û Dewleta Tirkîyeyê, prensîpên hiqûqa navneteweyî û tecrûbeyên di vî warî de jî li ber çavan bigre, li ser masê rûnên û bi awakî eşkere û vekirî bername û nexşerêyek çareserîyê amade bikin. Ji dervî vê yekê; hemû rê, rêbaz û têgehên din dê xizmetê ji çaresererîya pirsgirêkê neke û dê pirsgirîgê bêtir aloz û tevlihev bike.

Di vê çarçoveyê de, piştî danîna çekan ya komeke gerîlayên PKKyê di 11ê Tîrmeha 2025an de, ji çavkanîyên fermî û nefermî hat ragihandin ku Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê li ser vê mijarê ‘‘daxuyaniyeke dîrokî’’ bide. ‘‘Daxuyanîya dîrokî’’ ya ku dihat payîn, di 12ê Hezîrana 2025an de, roja şemiyê  hat dayîn. Ji bilî nirxandineke pêvajoya ku wekî ‘‘Tirkiyeya bêteror’’ hat pênasekirin û hin daxuyanîyên giştî yên rewşa heyî, ji bo kurdan tiştekî nû tune bû. Tişta nû; pêşxistina  armanca ji ‘‘Tirkiyeya Bêteror’’ berbi ‘‘Herêma Bêteror’’ û ji bo vê jî li ser esasê “biratîya tirk, kurd û ereban” destnîşankirina sînorên hegemonik yên herêmî bû.

Siyaseta ku Erdogan anî zimên, nûjenkirina stratejiyeke hegemonî ya herêmî ye, ku ev demeke dirêj e ew weke ‘‘neo-osmanîzm’’ tê binavkirin. Kurd û tevgera netewî ya kurdî li pêşîya bicihanîna vê stratejiyê asteng in û ji bo rakirina vê astengiyê, divê pêşî kurd ji her cure daxwaz û taybetmendîyên xwe yên neteweyî bene dûrxistin û bi ‘‘dewlet û civaka Tirk’’ re bene montekirin.

Em dikarin bêjin ku hewldan û siyaseta dawî ya Erdogan, Bahçelî û Dewleta Tirkiyeyê, hewldaneke ku dixwazin rê li ber kês û firsendên kurdan ku bi guherandin û pêşketinên li Rojhilata Navîn derkevin holê bigrin û stratejîyek hegemonyayî ya nû pêşxînin.  

Daneyên hene nîşan dide ku helwest û nêta  Recep Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Dewleta Tirkiyeyê bi awakî giştî ne ew ku li Bakurê Kurdistanê rê li ber çareserîyek maf û azadîyên neteweyî û demokratîk yên kurdan vekin; rêzê li mafên neteweyî û demokratîk, azadî û xwebirêverinek siyasî û xwedî statu ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bigrin. Berevajîyê wê, ji bo pêşîyê li ber vê bigre, ew di nav reorganîzekirenek  nû de ne.

Divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji vê sîyaseta xwe ya ku 100 sal e li ser esasê înkar, asîmîlasyon û îmhayê dimeşîne berde. Divê nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî, azadîya fikrî û xebatên rêxistinî bê qebûl kirin û ev maf di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de bene garantî kirin. Divê, ji bo hemû cezayên ku ji ber xebatên siyasi, demokratik û sivîl hatine birîn ji holê rabin û kesên ku ji ber van sebeban ceza xwarine bene azad kirin û  ji bo gerîlayên ku çeken xwe danîne bi awayekî azad bikaribin vegerin welêt gavên pêwîst yên yasayî bêne avêtin.

14.07.2025

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin