PWK: Em Îhsan Nûrî Paşa Birêzdarî Bibîrtînin

.


Îhsan Nûrî Paşa , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû.

Îhsan Nûrî Paşa General û rêberê leşkerî yê serhildana Çîyayê Agirî û yek ji damezranerê Xoybûnê bû.

Îhsan Nûrî Paşa di jîyana xwe de her jibo doza Kurd û Kurdistanê xebat kir, tekoşa.. Piştî Serîhildana Agirîyê, Îhsan Nûrî Paşa neçar dimine berê xwe dide Îranê.

Îhsan Nûrî Paşa ji berîya 48 salan, di roja 25.03.1976an de, li Îranê di qezayeke trafîkê de koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê.

Em di salvegera koça dawî ya wî ya 48an de welatperwerê Kurd Îhsan Nûrî Paşa birêzdarî bibîrtînin.
25.03.2024

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand