PWK: Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê rûreş dikin

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê rûreş dikin

Li gorî ragehandina Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Dewleta Îranê bi mûşekan êrîş birîye ser bingehên wan ê li bajarê Silêmanê yê Başûrê Kurdistanê û di emcama van êrîşan de 9 pêşmege şehîd bûne, gelek peşmerge jî birîndar bûne.

Dewleta Îranê û hêzên terorîst yên giredayî wê ne, vaye çend roj in ku careke din bi mûşek û dronên bombehilgir, êrîşan dibin ser Hewlêr û Silêmanîyê û kampên ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê tê de dijîn.

Her çiqas Herema Kurdistanê bi tu awayî beşdarî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê nabe jî, Dewleta Îranê û hêzên terorîst yên giredayî wê, ji ber sîyaset û hişmendîya xwe ya ku li ser dijminatîya miletê Kurd hatîye ava kirin, êrîşan dibin ser Başûrê Kurdistanê û kampên ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn.

Dewleta Îranê ya dagirker û pêgirtî û xulamên wê yên terorîst û piştgirên wan dê nikaribin bi van êrîşan rê li ber têkoşîna azadîyê ya xuşk û birayen me yên Rojhilatê Kurdistanê bigrin.

Em bangî Hikumeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, Netewên Yekbûyî, Amerîka û hevpeymanên wê û Yekîtîya Ewropayê dikin da ku li himberî van êrîşan helwestê bigrin û ji bo pêşî lêgirtina van êrîşan gavên pêwîst bavêjin.

Em vê êrîşa ku bûye sebebê şehîdbûna 9 pêşmergeyên welatperwer ên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û hemû êrîşên Dewleta Îranê û hêzên terorîst yên girêdayî wê ne rûreş dikin, şermezar dikin.

Ruhê 9 şehîdên me şad, cîhê wan biheşt be.

Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan, ji rêvebir û endamên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re, şîfaya xêre ji birîndaran re dixwazin. Serê gelê me sax be.Em hevparê êş û xemên xuşk û birayên xwe yen Rojhilate Kurdistanê ne.

17.07.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir