PWK: Em êrîşa nîjadperestî ya 6 û 7ê Îlona 1955ê rûreş dikin

.

Di rojên 6 û 7ê Îlona 1955ê de, bi organîzekirina hêzên tarî yên Dewleta Tirkîyeyê  û bi  destê nijadperestên Tirk ve, li bajarên Stenbolê û  Îzmîrê,, li himberî gelên ku nemisilman in(Rûm, Ermenî Yahûdî) qetlîam û êrîşeke  nemirovane hate li dar xistin.

Di van 2 rojan de,  nijadperestên Tirk, 15 kesên nemisilman kuştin  nêzîkî 300 kesî birîndar kirin û tecawuzî bi sedan jinan kirin.

Herweha di van 2 rojan de nijadperestên Tirk 4214 xanî,1004 dikan,73 dêr, sînegogek, 2 manastir, 26 dibistan,gelek qebrîstan, fabrîqe, hotêl, restaûrant û bar jî di nav de, êrîş birin ser5317 cîh û waran, gelek der şewitandin, talan kirin, xera kirin.

Hêzên tarî û kûr yên Dewleta Tirkîyeyê bi van êrîşên nîjadpersetî, ji alîyekî ve xwestin gelên nemisilman, bi taybetî jî gelê Rûm ji Tirkîyeyê derxîne, rê veke ku ji Tirkîyeyê birevin, herin; ji alîyekî ve jî xwestin dest deynin ser mal û milkên gelên nemisilman da ku sermaye dest biguherîne, bikeve destê Tirkan.

Em di 69emîn salvegera van êrîş û qetlîaman de, hemû hêzên veşartî û yên eşkere yên ku ev êrîş plan kirine û bicîh anîne, rûreş dikin.

06.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin