PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyekê êrîşa Dewleta Îranê ya li ser baragehên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi tundî protesto kir.

Daxuyaniya PWKê wiha ye: 

Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin

Li gorî ragehandina ku ji alîyê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) hatîye kirin, roja 21.01.2026ê, Dewleta Îranê êrîşek bi füze û dronan birîye ser baragehên PAKê yên li Başûrê Kurdistanê û di encamê de pêşmergeyekî PAKê bi navê "Nebez" (Muzaffer Muhammadzade) şehîd ketîye.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Rêzdar Mustafa Ozçelîk bi Serokê PAKê Rêzdar Husên Yezdanpena re peywendîyeke telefonî pêk anî û ev êrîşa Dewleta Îranê protesto kir, piştgirîya PWKyê bi xuşk û birayên me yên PAKê re anî zimên.

Rêzdar Husên Yezdanpena jî ji bo vê piştgirîyê neteweyî, niştimanî ya PWKyê spasîya rêzdar Mustafa Ozçelîk kir.

Şehîdên Kurdistanê nemir in.

Tu êrîş, îdam, qetlîam û zordarî dê nikaribe rê li be azadîya gele me yê Rojhilatê Kurdistanê bigre.

21.01.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin