PWK: Em Êrîşa Li Ser Mala Rêzdar Nêçîrvan Barzanî Şermezar Dikin

.

Hate ragehandin ku bi drona êrîşek li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê  Rêzdar Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê hatîye kirin.

Ev êrîş, li dijî îradeya meşrû ya Herêma Federe ya Kurdistanê û li dijî gelê Başûrê Kurdistanê hatîye kirin.

Piştî êrîşa Dewleta Îranê ya dagirker û terorîst ku êrîşî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû û di encama vê êrîşê de 6 pêşmerge şehîd bibûn û 30 pêşmerge jî birîndar bibûn; vê carê jî êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê, nîşaneya bêtehamulîya li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê ye, nîşaneya dijminatîya miletê Kurd e.

Em êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê, êrîşên Dewleta Îranê û komên terorîst ên ser bi wê ve yên li Iraqê û hemû êrîşên hêzên dijminên Kurdistanê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar dikîn.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Bexdayê dikîn ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê helwesteke bibandor nîşan bidin.

Tu êrîş û hêz dê nikaribin rê li ber meşa azadî û serxwebûna Herêma Federe ya Kurdistanê bigirin, ku ev herêm destkeftîya dîrokî û neteweyî ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê ye.

28.03.2026

Buroya Çapemenîyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin