PWK: Em Êrîş û Qetlîamên Dewleta İranê Rûreş Dikin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyeke tund êrîşa Pasdarên Îranê ya li nêzîkî bajarê Serdeştê şermezar kir ku tê de şeş pêşmergeyên PDK-ÎRANê hatine şehîdkirin.

Di daxuyaniya PWKyê de li ser hûrgiliyên rûdanê ev agahî hatin parvekirin:

Li gorî agahdarîyên ku PDK-Îranê li raya giştî belav kirîye, li nêzîkî bajarê Serdeştê di êrîşeke  Pasdarên Dewleta Îranê de şeş Pêşmergeyên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-ÎRAN) hatine şehîd kirin.

Li gorî agahdarîyên ku hatine belav kirin,  dema ku pêşmergeyên PDK-ÎRANê li wê herêmê karên siyasî dimeşandin, pasdaran kemîn danine û 6 peşmerge şehîd kirine.

Em van êrişên dewleta dagirker ya Îranê  şermezar dikin.

Ruhê şehîdan şad, cîhê wan biheşt be. 

Em sersaxîyê ji malbata şehîdan, ji rêvebir û endamên  Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê re dixwazin. 

Serê gelê me sax be. 

Tu êrîş û qetlîam dê nikaribin rê li ber azadîya Kurdistanê bigrin.

02.07.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên  Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir