Îro 89emîn salvegera qetil kirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wîZerîfe Xanimê ye.
Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê, piştî şikestxwarinaTevgera Koçgirîyê, teslîmî Dewleta Tirkîyeyê nebûn, bi salan li çîyayên Dêrsimê jîyan.
Dewleta Tirkîyeyê li Dêrsimê amadekarîya jenosîdekeberfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û ZerîfeXanimê bikujin.
Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herweha sîxur û nokerê Dewleta Tirkîyeyê bû, roja 09.07.1937an, serêElîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkir û bir teslîmî DewletaTirkîyeyê kir. Heta nuha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.
Em di 89emîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û ZerîfeXanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.
09.07.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)