Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13yê Tîrmeha 1989an de liWiyeneya paytextê Awûsturyayê li gel Berpirsyarê DerveyîWelêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl ê jibaşûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.
Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civînagoftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, jialîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.
Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerênvê qetlîamê de tu doz venekirîye.
Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.
Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge, fermandar û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lêbelê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.
Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jîgelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşînaazadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belêtu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîyagelê me bigire.
Ew alaya ku Pêşewa Qazî Muhammed li Meydana Çarçirayêhildabû, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî ,di destênpêşmerge û têkoşer û kedkarên qehreman de, ji bo azadîyaKurdistanê li ba dibe.
Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, ditêkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyêde dijîn.
Di 37emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. AbdurahmanQasimlo û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û bi vê minasebetêcareke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.
13.07.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)