PWK: Em di tûra diduwan da çalaktir piştgêrîya xatuna Bêrîvan Aymaz ê bikin!

.

Serokê Rêxistina Ewropayê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)  Merd Baran Boskan, daxuyaniyek belav kir û banga piştgiriyê ji bo siyasetmedara Kurd û Alman Bêrîvan Aymaz kir.

Di daxuyaniya  Rêxistina Ewropayê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) de wiha hat gotin: 

Kurdîstanîyên hêja, 

Siyesetmedara Kurd û Alman xanim Bêrîvan Aymaz, Namzeta Partîya Kesk ya Şaredarîya Bajarê Kolnê, di tûra yekan de bi %28,7 dengan ve di rêza pêşî de serketinek mezin nîşan da. 

Sîyasetvana Kurd û Alman bi piştgêrîya me kurdan di tûra diduwan de wê ji bona Şaredarîya Bajarê Kolnê serketinek xwurt ve were bijartin.

Em bawerin ku bi piştgirîya we û niştecîyên Kolnê wê xizmetên baş pêk bîne û bibe nîşana rûmeta kurdan li Almanya. 

Em piştgirê Bêrîvan Aymaz ê ne û li hêvîyê ne tevayîya kurdên niştecîyên Kolnê bi çalakî piştgêrî bidin Xanima Bêrîvan Aymaz ê.

Werin em di roja 28.09.2025ê de dengên xwe bidin Bêrîvan Aymaz ê.

Em serketinê ji Bêrîvanê re dixwazin û ji niha de wê pîroz dikin. 

27-09-2025 

Merd Baran Boskan  

Serokê PWK Rêxistina Ewropa 

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da