PWK: Em desteserkirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê şermezardikin

.

Îro(24.09.2024) li Amedê polîsan bi ser avahîya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û avahiya Payîz Pirtûkê girtine.

Hate ragehandin ku gelek mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.

MED-DER li Amedê ji sala 2017an vir ve dersên zimanê Kurdî dide.

Ev êrîş nagişt, berhemê dijayetî ya zimanê kurdî ne.

Em desteserkirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DER û êrîşa li ser avahiya Payîz Pirtûkê şermezar dikin. Divê hemû kesên ku hatine deteserkirin, demildest bêne berdan.

24.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand