PWK: Em cezaya ji ber slogana bi kurdî li Amedsporê hat birîn şermezar dikin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ku ji ber dirûşma Kurdî ceza li Amedsporê birîbû, bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya PWKê wiha ye:

Em cezaya ji ber slogana bi kurdî li Amedsporê hat birîn şermezar dikin

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber dirûşma bi Kurdî ya  "Koma me bona we" ya li ser formayê Amedsporê bi hinceta "binpêkirina rênimayên amûrên sporê", 110 hezar lîreyê Tirkî ceza li Amedsporê birî.

Ev helwesta TFFyê nişana bêtehamulîyeke eşkere ya li hemberî zimanê kurdî ye.

Em vê biryara TFFyê şermezar dikin û dibêjin divê demildest ev biryar bipaşve bê stendin.

27.09.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir