PWK: Betal kirina serok şaredarîya Abdûllah Zeydanî, binpê kirina îradeya gelê Wanê ye

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Betal kirina serok şaredarîya Abdûllah Zeydanî, binpê kirina îradeya gelê Wane ye

Hate ragehandin ku, Lijneya Hilbijartinê ya Wane, serok şaredarîya Abdûllah Zeydanî betal kirîye û wek sebep jî, gotîye ‘’ Weke qanûnî mafê Abdullah Zeydanî tuneye ku bibe berbijêr’’.

Lijneya Hilbijartinê ya Wanê di destpêkê de ji bo berbijêrîya serokatîya şaredarîya Wane serîlêdana Abdûllah Zeydanî qebûl kirîye û Abdûllah Zeydanî jî li gorî vê qebûl kirinê bûye berbijêr.Lê nuha Lijneya Hilbijartinê ya Wanê birayara xwe ya ewil tune dihesibîne û dibêje ‘’Abdûllah Zeydan niakre bibe berbijêr’’ Ev biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryareke nehiqûqî ye, keyfî ye,antî-demokratîk e û nîşana binpê kirina îradeya gelê Wane ye.

Herweha di pêvajoyeke ku hîna di vê derbarê de hemû prosedura yasayî temam nebûye de, Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbeta daye berbijêrê AK Partîyê Abdûlhalat Avrasî. Ev biryar jî berdewamîya binpêkirina îradeya gelê Wanê ye.

Divê demildest ev biryara antî-demokratîk, neqanûnî ku îradeya gelê Wanê binpê dike, bê rawestandin û Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbeteyê bide Abdûllah Zeydanî 

02.04.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kur

distanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire