PWK bang li cîhanê dike: Bibin gerantorê berdewamiya agirbestê

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê, Emerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Sûriyê dikin ku bibin gerantorê berdewamiya agirbestê.

(PWK diyar kir ku divê aliyên navdewletî helwesteke çalak nîşan bidin da ku mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd û mafê xwebirêvebirina bi statuyeke neteweyî, cografî û siyasî di destûra nû ya Sûriyê de cîh bigire.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê da zanîn, metirsî heye ku gelê Kurd bi tirs û astengiyên cidî re rû bi rû bimîne. Heger hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi siyaseteke neteweyî ya hevpar û bi nûnertiyeke yekgirtî û yekrêzî tev bigerin, dikarin vê peymana bi Şamê re wekî derfetekê bi kar bînin.

*Naveroka daxuyaniya Partiya Welatparêzên Kurdistanê

Tevî hemû zehmetiyan jî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dê bi ser bikeve Di 30ê çileya paşîn a 2026an de, di navbera HSD û Rêveberiya Şamê de peymanek hat îmzekirin. Weha diyar dibe ku ev peyman bi navbeynkarî û piştgirîya Emerîka, Fransa, Başûrê Kurdistanê û hin hêzên din ên navneteweyî, piştî hevdîtinên dûredirej hatiye îmzekirin. Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku konjonktura jeopolîtîk a li cîhanê û Rojhilata Navîn li aleyhê kurdan de pêş dikeve; konsepta navneteweyî ya li dijî kurd û bi taybetî Emerîka li Rojavayê Kurdistanê li şûna kurdan, zêdetir siyaseteke ku Rêveberiya Şamê diparêze dimeşîne. 

Her weha, em dibînin ku biryarên Konferansa Qamişloyê ji aliyê HSD, PYD û Rêveberîya Xweser ve nehatine pêkanîn û Heyeta Temsîlî ya ku konferansê hilbijartibû, hatiye paşguhkirin. Eşkere ye ku Peyman, di atmosfereke weha de, ku van faktorên bingehîn destê kurdan lawaz kiriye, hatiye îmzekirin.

Li hemberî vê rastiyê, li şûna biryara berxwedan û şerî, îmzekirina vê peymanê ji aliyê HSDê ve ji bo ku rê li ber komkujiyên mezin neyê vekirin, helbet ji bo gelê me biryareke ehvenî şer e. Her çiqas, em nikaribin ji niha bizanibin ka li gorî balansa hêzan, dê rengekî çawa bigre jî beriya her tiştî, em dikarin bibêjin ku ev peyman, ji bo ragihandina agirbesteke mayinde, ji bo bi rêya diyalogê çareserkirina pirsgirêkan û rakirina dorpêçên li ser Hesekê, Qamişlo û Kobanî, afirandina zemînekê ji bo alîkariyên mirovî û bi kêmî ve ji bo niha rêlibergirtina li metirsiya komkujîyan, dê zemîneke ku di lehê kurdan de ye çêbike.

*Veger

Her weha bi vê peymanê kurdên ku neçar mabûn ji Efrîn, Girê Spî, Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Serê Kanî û deverên din derkevin, dê bikaribin vegerin bajar û gundên xwe. Ev jî her weha xaleke girîng e, di lehê kurdan de ye. Lê belê, tevî ku li gorî dema Rêjîma Esed, ji aliyê Şamê ve wek fermî ji bo herêmên niha di destê kurdan de ne hin xalên leşkerî, îdarî û çandî yên di lehê kurdan de hatibe îmzekirin jî; eşkere ye ku naveroka peymanê ji wê çarçoveya sîyasî ya ku di 26ê Nîsana 2025an de di Konferansa Qamişloyê de hatibû diyarkirin, gelekî paşdetir e. Nemaze di peymanê de, mafên kolektîf ên bingehîn ên mîna perwerdehiya bi zimanê kurdî, qebûlkirina kurdî wekî zimanê fermî û statuyeke neteweyî, coxrafî, sîyasî ku hemû Rojavayê Kurdistanê li xwe bigire nehatîye bicîh kirin. Herweha di peymanê de tu tesbît nehatîye kirin da ku dê van mafên neteweyî, demokratik yên kurdan yên ku me anîne zimên di Destûra Bingehîn a Nû ya Sûrîyê de bêne bicîhkirin.

Bi vî awayî, metirsî heye ku di pêvajoya pêş de gelê Kurd bi tirs û astengiyên cidî re rû bi rû bimîne. Heger hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi siyaseteke neteweyî ya hevpar û bi nûnertiyeke yekgirtî û yekrêzî tevbigerin, dikarin vê peymana bi Şamê re wekî derfetekê bi kar bînin. Ev dikare bibe gava yekem ji bo ku kurd di rewş û hawîrdoreke bêşer de xwe bi ser hev de bînin, birînên xwe bipêçin û bingehê ku çarçoveya sîyasî ya Konferansa Qamişloyê di Destûra Nû ya Sûriyeyê de cîh bigre bihûnin.

Di girtina biryara agirbesta mayînde û cîhgirtina hinek xalên di lehê kurdan de ne; têkoşîna girseyî ya piralî û yekîtiya neteweyî ya kurdên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, her weha hewldanên dîplomatîk û helwesta biryardar a Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî roleke mezin lîstine.

*Hestên neteweyî

Di vê pêvajoyê de hestên neteweyî, yekîtî û piştgirya ku di navbera kurdên cîhanê de ava bûye, bûye yek ji destkeftîyên herî mezin. Weke ku heta îro pêk hatiye, ji îro pê ve jî ku kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û hemû kurdên dîasporayê bi silogana "Yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e. Yek e yek e, yek e, gelê kurd yek e" bi yekdilî û yekdengî piştgiriya gelê me yê Rojavayê Kurdistana bikin; Rêvebirîya Başûrê Kurdistanê di asta navneteweyî de û bi peywendîyên bi Rêveberêya Şamê re, ji bo parastina mafên neteweyî û demokratîk ên gelê me, helwesta xwe ya çalak û biryardar bidomîne,dê di rojên pêş de, destê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê gelekî xurtir bibe.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê, Emerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Sûriyê dikin ku bibin garantorê berdewamiya agirbestê; ji îro pê ve helwesteke çalak nîşan bidin da ku mafên neteweyî, demokratîk û kolektîf ên miletê Kurd û mafê xwebirêvebirina bi statuyeke neteweyî, coxrafî û siyasî di destûra nû ya Sûriyê de cîh bigire.

Têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li Rojavayê Kurdistanê dê bi tu awayî û tu carî ranaweste. Têkoşîna gelê me, têkoşîna hêzên welatparêz ên li ser xeta neteweyî, tevî hemû êrîşên Rêveberiya Şamê, destwerdanên Dewleta Turkiyê û helwestên entegrasyonîst ên ku statuya sîyasî ya kurdan tune dihesibînin jî dê berdewam bike. Têkoşîna neteweyî û demokratîk ya gelê me ya ji bo statuyeke neteweyî, coxrafî û siyasî ketiye qonaxeke nû.

*Kurd bi ser dikevin

Her çiqas pêvajoyeke dirêj û dijwar be jî di dawiyê de miletê Kurd dê bi ser bikevin. Partiya me, her dem dê li rex têkoşîna gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke milî, cografik û siyasî be.

01.02.2026

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî pêngavên bicihanîna peyamana Şam û HSDê nîqaş kirin
HRANAyê li ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê amarên nû belav kirin
Li Edeneyê nijadperestan êrişî alîgirên Batman Petrolsporê kir
Rêveberiya Xweser: 250 endamên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyeyê derbasî Hisîçayê dibin
Projeyasaya 'Parastina Kurdan' daxwaza cezakirina kê dike?