PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi helkefta 1ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya Karker û Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek belav kir. PWKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa karkerên Kurdistanê û peywendiya navbera mafên aborî û azadiya netewî.

Daxuyaniya PWKê wina ye: 

1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be

1ê Gulanê roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye.

Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî û bêkarîyê ne.

Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê, têkoşîna xwe ya jibo bidestxistina mafên aborîyê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşîna jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadîya Kurdistanê bimeşînin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi şîara ‘’Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, ji bo Kurdistaneke azad a ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

Di roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin.

1ê Gulana 2026ê

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan