Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin

.

Piroseya hilbijartinan li Rûsyayê bidawî tê û Vladimir Putin 88% ya dengan misoger dike.

Piştî sê rojan ji piroseya dengdanê, îşev seet 9:00 tevaya bingehên dengdanê li Rûsyayê hatin daxistin û piroseya vavartina dengan hat destpêkirin.

Komisyona Hilbijartinan a Rûsyayê encamên berahiyê ragehandin û got, “Heta niha çaryeka dengan hatine vavartin û Vladimir Putin 88% ya dengan misoger kirine”.

Vladimir Putin ê 71 salî ji sala 1999ê ve li ser desthilatê ye.

Bi vê serkeftinê, Putin ji bo şeş salên din jî li ser desthilatê dimîne, yanî heta sala 2030ê. Piştî hingê jî, ew dikare careke din xwe ji bo serokatiya welatê xwe kandîd bike.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê