Pûtîn û Esad civiyan!

Berî ku Rûsya, Îran û Tirkiye li Soçiyê bicivin, Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn û Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad hatin cem hev.

Hate ragihandin ku ev hevdîtin derbarê çareseriya siyasî ya ku piştî têkbirina DAIŞê hatibû rojevê de ye. Lê gelo li ser maseya hevdîtinê kî dê cih bigire?

Weke ku tê zanîn Tirkiye naxwaze PYD/YPGê beşdarî hevdîtina aştiyê bibe. Heta niha Tirkiyeya ku pêşniyara Rûsyayê bi tundî li dijî derketibû, ku rêvebiriya Esadî bi erênî nêzîk bibe wê bikeve tengasiyeke mezin.

Tê ragihandin ku Tirkiye ji ber polîtîkayên ku bes li ser dijberiya kurdan saz dike û di qada navdewletî de pirsgirêkan dijî, piştî Kurdistana Başûr, di siyaseta li ser Rojavayê Kurdistanê de jî wê bi tenê bimîne.

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar