Pûtîn peymana hevkariya bi Îranê re îmze kir

.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin qanûna pejirandina peymana hevkariya stratejîk a berfireh bi Îranê re îmze kir. Peymana ku ji aliyê Pûtîn ve hatiye pejirandin, li ser portala fermî ya agahiyên hiqûqî ya Rûsyayê hate weşandin.

Bi vê peymanê re pêwendiya Rûsya û Îranê bi fermî derbasî statûya "hevkarên stratejîk" bû. Peyman çarçoveya yasayî ya ji bo pêşxistina hevkariya dirêjheyam di navbera Moskow û Tehranê de ava dike.

Peymana ku bi fermî Rûsya û Îran dibin "hevkarên stratejîk", hemû qadan digire nav xwe, di nav de parastin, têkoşîna li dijî terorê, enerjî, fînans, veguhestin, pîşesazî, çandinî, zanist, çand û teknolojî.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, heftiya borî li Moskowê bi Pûtîn re hevdîtin kiribû. Eraqçî gotibû, "Peymana Hevkariya Stratejîk a Berfireh" a ku tê plankirin di navbera Îran û Rûsyayê de were îmzekirin, nîşana hevkariya di navbera herdu welatan de ye û diyar kiribû, divê têkilî di hemû waran de bêne kûrkirin. Pûtîn jî di hevdîtinê de tekez kir ku hevkarî û hevahengiya di têkiliyên dualî û herwiha mijarên herêmî û navneteweyî de xizmeta berjewendiyên herdu gelan dike û îstîqrara herêmî xurt dike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin