Pûtîn: Komîteya hevbeş a Moskow-Şamê dest bi xebatan dike

.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro 15ê Cotmehê cara yekem li Qesra Kremlinê ya Moskowê pêşwazî li serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û şanda ligel wî wî kir.

Pûtîn got, "Têkiliya Rûsya-Sûriyeyê têkiliya dostane ya zêdetirî 80 salî ye. Rojek ev têkilî ji bo berjewendiyên teng nehat bikaranîn, berevajî ji bo berjewendiyên dualî û ya gelê Sûriyeyê bûn û komîteya hikumetê ya hevbeş a di navbera Moskow û Şamê de wê xebatên xwe di demeke nêz de ji nû ve dest pê bike."

Ehmed Şera jî spasiya Rûsya û serokê wê kir û pesnê têkiliyên dîrokî yên her du welatan kir.

Şera jî got: "Di navbera Sûriye û Rûsyayê de têkiliyên dîrokî yên demdirêj hene. Îro em di Sûriyeya nû de, piştî bûyerên li Sûriyeyê qewimîne, hewl didin Sûriyeya nû ji hemû dewletên cîhanê re binasînin, têkiliyên siyasî û stratejîk bi hemû dewletên herêmî û cîhanê re vegerînin. Bi taybet jî têkiliyên bi Rûsyaya Federal re. Ji ber ku di navbera me de, weke me bi bîr xistiye, têkiliyên dîrokî hene."

Herwiha Şera diyar kir, "Em rêzê ji lihevkirinên berê pêk hatine re digirin, ev dîrokeke mezin e. Em hewl didin têkiliyan vegerînin û bi awayekî cidî xwezaya van têkiliyan nas bikin."

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên