PSK û PAK: Coronavirusê jî nikarîbû rê li ber binpê kirina îradeya hilbijêran bigire

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) û PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber tayînkirina qeyûman li ser 5 şaredarîyên HDPyê (Partîya Demokratîk a Gelan) daxûyanîyek belav kir.

 

Navenda Nûçeyan - PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) û PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber tayînkirina qeyûman li ser 5 şaredarîyên HDPyê (Partîya Demokratîk a Gelan) daxûyanîyek belav kir.

Di daxûyanîya xwe de PSK û PAK wiha gotin:

“Di van rojên ku coronavîrus tendurristîya hemû civatê tehdît dike de jî,  neheqî, zilm, binpê kirina îradeya hilbijêran, girtin û hefs kirina mirovan her berdewam e.

Hikûmeta AK partîyê, qeyûm danî ser 5 şaredarîyên HDPyê û hinek hevserokên şaredarîyan hatine dest bi ser kirin.

Tayîn kirina qeyûman, binpê kirina îradeya hilbijêrên HDPyê ye û herweha beşeke ji  sîyaseta  resmî ya Dewleta Tirkîyeyê ye ku li ser bingehê dijayetîya Kurdan hatîye damezrandin.

Tayîn kirina qeyûman nîşana  wê yekê ye ku, Hikûmeta AK Partîyê dixwaze jibo sîstema take kesîyê û dîkatatorîyê xurtir bike, dixwaze ji vê rewşa awarte ya ku bi coronavîrusê re peyda bûye feydê bigire.

Lê divê Hikûmeta AK Partîyê jî bizanibe ku tu kes bi zilm û zordarîyê biserneketîye, bextewar nebûye.

PSK û PAK vê sîyaseta  Hikûmeta AK Partîyê  ya tayîn kirina qeyûman protesto dike û bangî Hikûmeta AK Partîyê dike da ku dawî li vê sîyasetê bîne.

PSK û PAK bangî hemû alî, dezgeh û hêzên welatperwer, aştîxwaz, şoreşger û demokrat, bangî hemû dezgehên sivîl dikin da ku li himberî  tayîn kirina qeyûman, li himberî hemû kiryarên anti demokratîk dengê xwe bilind bikin.

PAK û PSK bangî raya giştî ya navnetewî, dezgeh û hêzên humanîst û demokratîk dikin da ku bi zextên xwe rê li ber vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê  ya anti demokratîk bigirin.”

23.03.2020

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da