Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), PÊLKURD, Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û kesayetîyên serbixwe, bi minasebeta 101emîn salvegera Tevgera Milî ya 1925ê ya ku bi rêbertîya Şêx Seîd pêk hatibû de, roja înîyê, 13.02.2026ê, li Amedê, li Qada Şêx Seîd bi Alayên Kurdistanê daxuyanîyeke çapemenîyê dan.
Di destpêka civîna çapemînîyê de, Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, bi kurmancî di derbarê girîngî û armanca vê çalakîyê de kurte axaftinek kir. Paşê berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad bi kurmancî, lêkolîner, nivîskarê kurd Seîd Veroj jî bi kirmanckî/zazakî daxuyanîya hevbeş xwendin.
Li gel endamên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), PÊLKURD, Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) û kesayetîyên serbixwe, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî vê çalakîyê bûn.
Ev jî teksta daxuyanîya hevbeş e:
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Kedkarên hêja yên çapemenîyê,
Û gelê qedirbilind ê Kurdistanê.
Îro, di 101emîn salvegera Tevgera Neteweyî ya Kurdî ya 13ê Sibata 1925an de, em li vê derê kom bûne ji bo bîranîna bi rêzdarî û spasdarî û dilovanî ya pêşengên xwe yên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane; ji bo bîranîna Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Yusif Zîya Beg, Seyîd Evdilqadir û hemû têkoşerên din!
Tevgera Neteweyî ya Kurdî ya 1925an ne rûdanek bû ku ji nişke ve peyda bû. Ew berdewamîya dîrokî ya hişmendîya sîyasî ya Kurdî ye ku ji destpêka sedsala 20an ve û ji Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û rêxistinên piştî wan diherikî dihat. Nenaskirina mafên neteweyî û civakî yên Kurdan piştî Peymana Lozanê û desteserkirina qada siyasî; rewşenbîr û rêberên raya giştî û dînamîkên civakî yên Kurdan yên wê demê ber bi lêgerîna rêyeka nû ve bir.
Tevgera Netewî ya 1925an, her çend ji dema plankirî zûtir û bêyî amadekarîyên temamkirî dest pê kiribe jî, di nava van şert û mercan de bi pêş ket, bû îfadeyeka dîrokî ya îradeya neteweyê Kurd ya xwerêvebirinê. Ev tevger, bi lez li ser erdnîgariyek fireh belav bû, di nava şert û mercên dijwar ên leşkerî û siyasî yên wê demê de hate tepeserkirin; paşê darvekirin û mişextîkirin û cezayên dijwar ji hêla Dadgehên Îstîqlala Şerqê ve hatin dayîn.
Pêşî, Xalid Begê Cibirî û hevalên xwe di 14ê Nîsana 1925an de ji hêla Dadgeha Leşkerî ya Bilîsê ve hatin darvekirin û paşê Şêx Seîd û hevalên xwe di 29ê Hezîrana 1925an de hatin darvekirin. Vê proseyê, karîgerîyeka kûr li ser bîra siyasî ya Kurdan hêşt, ne tenê têkçûnek leşkerî bû, di heman demê de dawîya serdemekê bû.
Lê dîrokê nîşan daye ku bi darvekirinan lêgerîn û têkoşîna azadî û serxwebûn û rûmetê ji hêla neteweyan ve bi dawî nabe. Encamên wê çi bin jî, Tevgera Neteweyî ya 1925an di bîra neteweyî ya miletê Kurd de wekî nîşana îradeyeka dîyarker xwe bi cih daye.
Di gel derbasbûna sedsalekê jî, polîtîkayên înkar û asîmîlasyon û zordarîyê bi awayên cuda cuda berdewam in. Hewil dane doza neteweyî ya miletê Kurd daxin asta rêziknameyên îdarî û çandî ji bo ku vê dozê ji daxwaza wê ya bingehîn a xwerêvebirinê dûr bixin. Lê mîna her neteweyekî mafê neteweyê Kurd jî heye mafên xwe yên neteweyî û civakî û mirovî û rewa li ser zemîna hiqûqa navneteweyî biparêze.
Em îro ne ji bo romantîzekirina dîrokê; em ji bo zindîhêştina bîra dîrokî li vê derê ne ku berpirsyarîya xwe ya li hember pêşerojê bi bîr dixin.
Mîrata dîrokî ya Tevgera Neteweyî ya 1925an, ne tenê berpirsyarîya bîranînê ye, berpirsiyarîya afirandina yekitî û aqilê hevpar jî li ser me ferz dike.
Bi vê hişmendîyê, bi armanca pêkanîna zemîneka hevpar a dînamîkên siyasî yên cuda yên wekî rewşenbîr û nivîskar û rêberên hizirî û kesayetîyên welatparêz û komên dînî û rêxistinên ciwanan û jinan, pêwîstîya hevkarî û tifaqeka neteweyî-Kurdistanî ji her demê zêdetir xwe dide der. Em ê jî bi vê berpirsyarîyê tevbigerin. Em alîyên ku îro li vê derê kom bûne, ji bo ku platformeka neteweyî bê avakirin, giringîya lidarxistina komxebatekê derdibirin.
Di 101emîn salvegera destpêka serhildanê de em Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Yusif Zîya Beg, Dr.Fuad û hemû rêveber û beşdar û şehîdên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Bi vê wesîleyê em careka din dîyar dikin ku divê Dewleta Tirkîyeyê cihê mezelê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Yusif Zîya Beg û 46 hevalên wan, cihê mezelê Seyîd Riza û hevalên wî û cihê mezelê Seîdê Kurdî eşkere bike.
13.02.2026
Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS)
Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur)
PÊLKURD
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
KESAYETÎYÊN SERBIXWE