Pompeo: Yên êrîşî baregeha PDKê kirin terorîstên bi ser Îranê ve bûn

Pompeo: Yên êrîşî baregeha PDKê kirin terorîstên bi ser Îranê ve bûn

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li ser êrîşkarên ser baregaha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê got, ew terorîstên bi Îranê ve bûn.

Mike Pompeo di civîna rojnamevaniyê ya heftena de li ser êrîşa şewitandina baregeha PDKê ya Bexdayê got, “Terorîstên bi ser Îranê ve baregeha sereke ya PDKê ya li Bexdayê şewitandin.”

Pompea bûyera Ferhatiye ku 8 kes hatine gulebarankirin û piştre diyar bûye 4 kesên din jî hatine kuştin bibîr xist û da xuyakirin, “Di heman demê de grûpa duyem li parêzgeha Selahedîn 8 kesên Sunne kuşt.”

Mike Pompeo got:  “Xelkê Iraqê vê yekê qebûl nake” û diyar kir, Amerîka û civaka navdewletî palpiştiyê li hewlên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike ji bo cezakirina wan komên çekdar ên bi ser Îranê ku serwerî û aramiya Iraqê binpê dikin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû