Pompeo: Mûşekên Îranê ji bo xweparastinê ne

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragehand, Îran amadeye di derbarê bernameya xwe ya mûşekî de danûstandinan bike.


Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragehand, Îran amadeye di derbarê bernameya xwe ya mûşekî de danûstandinan bike.


Gotinên wezîrê derve yê Amerîkayê di demekî de ye ku berpirsên payebilind ên Îranê gelek caran aşkera kirin ku bernameya mûşekî ya Îranê bi armanca xwe parastinê ye û bi ti awayekî vê derbarê de danûstandin û guftûgoyê li ser nakin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh 16.07.2019ê di civîna kabîneya hikûmeta xwe de got: ‘’Derbarê pirsgirêkên me yên li gel Îranê de destkewtên baş bidest hatine û em dixwazin alîkariya wî welatî bikin, em naxwazin rejîmê biguherin.’’


Trump got: ‘’Amerîka dixwaze Îran ji Yemenê jî derkeve.’’
Herwaha berdevkê nûnertiya Îranê li Netewên Yekbûyî Elîreza Mîrîwusfe jî ragehand: ‘’Îran di bin çi mercekî de bernameya xwe ya mûşekî guftûgo û danûstandinê li ser nake.’’
Ji aliyê din ve îro 17.07.2019ê berdevkê wezareta derve ya Îranê Ebas Mûsewî jî di tora xwe ya civakî twitterê de ew nûçe û raport red kirin û piştevaniya gotinên wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir û got: ‘’Helwêstê Îranê û Mihemed Cewad Zerîf yê derbarê şiyana mûşekî ya Îranê de ronî û aşkera ye.’’
 
 

Amerîka Haberleri

FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir
Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir
Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê